.Delala delala yî, tu
,Pakiya xunavê
,Dengê avê
,Tîrêja sîtavê
.Rengê soravê yî,tu
Ez im ,ez
,Bêhna xunavê
,Sîpelê avê
,Têna hetavê
,Şengê solavê
.Serfiraz î çiyayî yî
.Serfiraz im çiyayî me
,Hindî bêjim hindî heme
,Dildayî me
,Sewdayî me
,Çav bi rê me û beda te me
,Tinê bo zikrekê heme
,Tinê bo fikrekê heme
,Destê min pirr ji vala ye
,Hêviya desgirtîyê ye
Delalê delalan im, ez
Pêşkêş bi hevjîna min ya delal.Jibo 7 emîn salvegera zewaca me